ÎranNûçeRojhilatanavin

Xebata Îranê bona dabînkirina ewlehiya navça Kendava Farsê

Qumandê hêzên behrî yên Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê ser pêwîstiya hewldana Îranê bona dabînkirina ewlehiya enirjiyê li navça Kendava Farsê sekinî.

Deryadar Elî Fedevî qumandê hêzên behrî yên Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê roja çarşemê li civîna tev birek ji rawêjkarên eskerî yên welatên biyanî bi munasibeta salvegera wiladeta Îmam Husên(S) got: Îranê qet ji zirûfên heyî li Kendava Farsê ser xêr û qazanca xwe behre negirtiye, belkî hertim xebitiye ku ewlehiya enirjiyê li Kendava Farsê bê parastin.

Elî Fedevî herwisa destnîşan kir; amerîkî terseyî teblîqatên ku dikin îdî wan ew karayiya xwe ya berê tune û gelên cîhanê dikarin li hemberî zorbêjiyên Amerîkayê û babetên ku dijî xêr û qazanca wan e rawestin, çawan ku Komara islamî ya Îranê kir.

Qumandê hêzên behrî yên Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê bal kişande ser viya ku tişta ku li naveroka gotinên hemû karbidestên Amerîkayê xûya dike, gefa welatan û bitaybet gefa dijî Îranê ye destnîşan kir; Amerîka tenê welat e ku bona bidestxistina armancên xwe amade ye xêr û qazanca welatên din binpê bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu
Kapalı