NûçeRojhilatanavin

Xerazî: Îran li dijî perçebûna Iraqê ye

Serokê Civata Sitratêjîk a Peywendiyên Derve ya Îranê dibêje ku em li dijî perçekirina Iraqê ne û me ev yeka bi caran bi awayekî fermî û nefermî ragihandiye.

Kemal Xerazî, serokê Civata Sitratêjîk a Peywendiyên Derve ya Îranê li hevpeyvîna tev malpera Xendan`ê ragihand: Komara Islamiya Îranê bi caran pêkutî kiriye ku dijî perçekirina Iraqê ye û di çarçova Iraqeke yekperçe da berevaniyê ji hemî mafên kurdan dike.

Kemal Xerazî balê dikişîne ser pirsgirêkên devera Rojhilata Navînê û ji nû ve darêştina nexçeya Rojhilata Navînê û guhertina nexşeya niha ya welatan “ Xeta sor“ bi nav dike.

Kemal Xerazî di vî warî da gotinên xwe viha didomîne: Ji nû ve darêştina nexşeya Rojhilata Navînê yek ji armancên mezin û girîng ên Rêjîma Siyonîst e û mixabin hinek siyasetvanê hin welatan jî an ji ber nezaniyê an ji ber ku hatine xapandinê bi dû vê projê ne lê, Komara Islamiya Îranê bi caran pêkutî ser viya kiriye ku guhertina sînorên li Rojhilata Navînê “Hêla sor“ e û mafê kesî nine ku welatên herêmê perçe bike.

Xerazî her wiha got ku bi berpirsên iraqî ji qewmên curbicur va civiyaye û ya girîng ev e ku hewl bidin ji qeyrana siyasî ku navçe girtiye ber xwe, rizgar bibin û pêkutî kir ku derbaskirina vê rewş û qonaxê tenê riya gotûbêjê yê serê xwe bigire.

Civata Sitratêjîk a Peywendiyên Derve ya Îranê sala 2006`ê li gorî fermana hezretê ayetulah Xaminêyî rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî li nivîsgeha wî hat damezirandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu