EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf rêkara leşkerî ji bo qeyrana Sûriyê red kir

Wezîrê karên derve yê Îranê rêçareya leşkerî ji bo qeyrana Sûruiyê red kir.

Wezîrê karên derve yê Îranê, Mihemedcewad Zerîf li dawiya civîna roja sêşemiyê, 17`ê Gulana 2016`an a koma navneteweyiya piştgiriya ji Sûriyê li Viyena paytexta Otrîşê ji nûçegihanan ra got: Ya girîng ev e ku hinek ji beşdarên li vê civînê ku pişta têrorîstan digirin bigihêjin vê rastiyê ku rêkara leşkerî ji bo qeyrana Sûriyê tine û piştgiriya ji têrorîstan xeterk ji bo giştan û heta ji bo wan bi xwe ye jî.

Zerîf her wiha got: hin mesele û babetên ku li civîna îro ya Viyenê hatin gotin li daxuyaniya pêşîn jî hatibûm ku li gorî wê pêwîst e ta irada siyasî ya pêwîst ji bo peydakirina rêkara siyasî wêdadayîna rêçareya leşkerî û bidawîhatina piştgiriya ji têrorîstan pêk bê.

Wezîrê karên derve yê Îranê bi gotina viya ku Îranê li civîna Viyenê dîsan nêrîna xwe li bara peydakirina rêkareke siyasî ji bo Sûriyê ragihand û got: Li vê civînê giştan li hev kirin ku kiryarên pêwsît ji bo gihandina alîkariyan her viha girtina rê li ber her cûre gefa li dijî welatiyên sivîl li navçeyên nearam li Sûriyê pêk bînin.

Zerîf mijara têkildarî pêwîstiya parastina agirbesê û hinek ji miajrên têkildarî wê ji mijarên din ên hilêxistî li civîna Sûriyê da zanîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu