ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf xwest welatên rojavayê soz û peymanên xwe li gor Lihevkirina Navokî cih bînin

Li van meh û hefteyên dawiyê Tehran bûye mazûvanê taxim û desteyên siyasî û aborî yên welatên curbicur ên welatên ewropî, asyayî û Afrîqî û li van seferan de lihevkirinên berbiçav li mijarên curbicur ên aborî û sermayedanînê piştî lihevkirina Navokî bidest ketine.

Sefera Parîsê ya serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî ya dawiya meha Janviyê, çend rojan piştî rakirina boykotên aborî yên li dij Îranê, hêviyên zav ji bo kompanî û şirîketên ewropî çê kirin ku çav berdabûn bazara balkêş ya Îranê. Li vê seferê de rêketinamên ticarî yên bi bihaya 15 milyard euroyî îmza bûn ku yek ji wan rêketinama mezin ya Îran û Fransayê bû ji bo kirîna 118 balafirên Airbusê.

Di çarçova van seferan de Îranê bi welatên wekî Îtalya, Almanya, Otrîş, Koriya başûr û Japonyayê jî çendîn rêketinamên girîng û pirbiha girîdan.

Duh jî Tehran bû mêvandarê wezîrê karên derve yê New Zêlandê (Zêlanda nû) û îro û sibê jî dibe mazûvanê serokwezîrê Hindustanê Narendra Modi û serokkomarê Efxanistanê Muhemed Eşref Xenî û taximên derecebilind ên bi wan re yên siyasî, aborî û çandî û rayedarên van du welatan li Tehranê wê ser pêwendiyên curbicur ên welatên xwe bi Îranê re gotûbêjê bikin.

Ev hevkarî û pêwendiyana ji çend aliyan ve girîng in û ji babeta çendalî û dualî xêr û qazancên siyasî, aborîî û çandî ji wan re hene. Ji ber vê yekê divê gavên lezgîn bona cihanîna vê rêketinaman tên rakirin, lê belê li ser riya cihanîna van rêketinaman hin berbend hene ku yên herî girîng li mijara danûstandinên fînansî û bankî ne.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf duh li press konferansa hevpar a tev wezîrê karên derve yê Zêlanda nû Murray McCully (MekKulî) jî bal kişande ser van pirsgirêk û berbendan û got: Hîn têra xwe em negihêştine wan hedefên ku piştî Lihevkirina Navokî dihatin pêşbînî kirin, vêca pêwîst e ku Amerîka gavên zêdetir li çarçova vê lihevkirinê rake.

Zerîf bal kişand ser daxuyaniya vê dawiyê ya hin welatên rojavayê ya handana kompanî û bankên mezin ji bo ticaret û danûstandina bi Îranê re û got: Daxuyaniya ku wezareta karên derve ya Amerîkayê ji welatên ewropî û Yekitiya Ewropayê re daye nîşana pêkhatina atmosfer û rewşeke siyasî ye û eva nîşan dide ku ev welatana xwe wezîfedar dizanin ku divê soz û peymanên xwe li gor Lihevkirina Navokî cih bînin.

Welatên Amerîka, Brîtenya, Fransa û Almanyayê roja pêncşemê bii weşandina daxuyaniyeke hevpar ragihandin ku divê ti berbendek ser riya ticareta bi Îranê re li gor qanûn û destûrên pêwendîdar nemîne û bank û kompaniyên biyanî divê xwe ji danûstandinên qanûnî bi Îranê re dûr nekin.

Dilgiraniya sereke ya bankên cîhanî li warê ticaret û danûstandina bi Îranê re berî her tiştî ji tirsa wan ji Waşîngtonê çavkanî digire, çûnku Amerîkayê danûstandina dolarî bi Îranê re qedexe kiriye. Qanûna îzn û îxtiyarên aborî ya awarteya navneteweyî ya Amerîkayê, destê serokkomarê vî welatî li astengkirina ticaretê tev hin welatan vekirî hêlaye. Vê rewşê ku cihanîna Lihevkirina Navokî rastî astengiyê kiriye, Eva bûye sedema dilgiranî û bêbaweriyê li Amerîkayê.

Sekinîna wezîrê karên derve yê Îranê ser rakirina gavên cidî û bilind ji bo cihanîna Lihevkirina Navokî, wan welatan jî digire ber xwe ku alî û şirîkên ticarî yên Îranê ne jî, çûnku li cihanîna Lihevkirina Navokî û pêşvebirina lihevkirina aborî û ticarî tev Îranê xwedî qazanc in. Ev welatana divê berevaniya heq û maf û berjiwendiya xwe bikin û li ber berbendên ku qanûnên navxwe yên Amerîkayê ji ticareta azad a cîhanî û pêwendiyên aborî yên van welatan çêkirine bisekinin û ji riyên qanûnî û qayide û qirarên ticareta azad a cîhanî, lihevkirin û rêketinnamên xwe yên aborî tev Îranê bêyî ti fukar û dilgiraniyekê cih bînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu
Kapalı